Bi ser kuştina keça Kurd Jîna Emînî du sal buhurîn. Xwepêşandan wekî berê girseyî nînin jî mirov nikare behsa aramiyekê li Îran’ê bike. Ka di van du salên buhurî de çi hat guhertin? Bi taybetî nifşa nû, ku pêşengiya xwepêşandanan dikirin niha çi dikin. Ji Komeleya Jinên Azad ên Rojihilatê Kurdistan’ê KJAR’ê çalakvana mafên jinan Meyrem Fethî bersiv dide. Von Celil Kaya.
Komeleya çandî û werzişî ya Kurd û Iraqî tevî koma Kolovielena di 28'ê Îlonê de li Düren'ê konserek li dar dixe: Pira di navbera Rojhilat û Rojava de. Çalakvana mafê jinan Roonak Aziz û muzîkjen Alan Arif mêvanên vê heftê ne. Von Kamil Basergan.
Di sala 1973’an de dema ku stran a "Welatê me Kurdistan e" li ser frekansên Radyoya Erîwan’ê hat weşandin, stranê li seranserî Kurdistan’ê bi şewqeke mezin hat guhdarî kirin. Mirov bi zimanê îroyîn bêje, stran dibe "hit" û gelek guhdar jî name dişînin ji radyoyê re ku wê stranê careke din, careke din lê din. Anku ev stran dibe sirûda nasnameya Kurdî. Nivîskarê vê stranê Mecîd’ê Silêmên di Tebaxa 2028ân de li Qazaxistan’ê koça dawî kir. Von Celil Kaya.
Hunermend Şivan Perwer îsal 50 saliya hunera xwe pîroz dike. Em jî di vê xeleka xwe de cih didin hunera wî û em bi nivîskarê jînenîgariya Şivan Perwer bi Dr. Abdullah Încekan re him li ser jiyan him jî li ser hunera vî hunermendî efsanewî dipeyivin. Von Celil Kaya.
Di parlamentoya Iraq'ê de pêşnûma qanûnek tê nîqaş kirin, ku dihêlê keçikê 9 salî werin zewicandin. Li hember jî gelek rexne hene. Rêvebira rêxistina mafên jinan Amez, Kanda Muhammed helwesta rêxistinên jinan a beranber vê pêşnûmeyê şîrove dike. Von Kamil Basergan.
Betlaneya havînê dest pê kir. Bi taybetî jî malbatên bi zarok ketin nav teşqeleyekê. Lê divê zarok tatîla xwe çawa derbas bikin? Malbatên ku nikarin herin tatîlê dikarin çi bikin? Em van pirsan ji Frankfurt’ê ji sosyalpedagog û terapîstê malbatî ji Mehmet Ataç dikin. Von Celil Kaya.
Piştî du salan Erdoğan careke din hewlê dide bi serokê Sûrî Beşar Esad re were cem hev. Vê carê Esad bi zimanekî nermtir bersiv da lê belê hîna jî diyar nîne ka civîn ewê pêk were, pêk were jî li ku û di bin çi şert û mercan de. Em jî ji Rêxistina Civil Wave PÊL bi birêz Ferhad Ehmê vê hewldanê û senaryoyên pêkan dinirxînin.
Von Celil Kaya.